top of page

Cîgirê Serokwezîrê Belcîka: Ez hatime nas bikim çi ji Kurdistanê re gerek e

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo ragihand ku di warên cuda de ew amade ne ligel Kurdistanê pêwendiyên xwe pêşdetir bikin.

Îro Sêşema 19.2.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşewazî li Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo û Komiserê Yekîtiya Ewrûpa ji bo alîkariyên mirovî û desthilata krîzê Christos Stylianides kir.

Di hevdîtinê de li ser pêşhateyên dawî li herêmê, têkoşîna li dijî DAIŞ û herweha alîkariyên mirovî bo penaberan hatin axaftin. Pêwendiyên bazirganî û aborî di navbeyna Bruksel – Hewlêrê de babetek din a hevdîtinê bû.

Mesrûr Barzanî spasî alîkariyên Belcîka û Yekîtiya Ewropa, di têkoşîna dijî DAIŞ de, bo Hêzên Pêşmerge kir û ji nû avakirina deverê û alîkariya penaberan de giringiya berdewamiya piştgiriyê anî ziman. Herweha destnîşan kir, ku divê zemîneya vegerê ji penaberên ku ji deverên cuda yên Iraqê hatine Kurdistanê re, bê dabîn kirin.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo, rêzên xwe bo Pêşmergeyên ku di şerê dijî DAIŞ de şehîd ketî pêşkeş kir û destnîşankir, seredana wî diyarkirina piştgiriyê û hevkariyê bo Kurdistanê û Iraqê ye.

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê daxwaza pêşxistina pêwendiyan ligel Kurdistanê anî ziman û got ev serdana wan ji bo wê yekê ye ku pêdviyên Herêma Kurdistanê û Iraqê nas bikin.

Komiserê Yekîtiya Ewrûpa ji bo alîkariyên mirovî û desthilata krîzê Christos Stylianides jî, carek din spasiyên YE arasteyî herêma Kurdistanê kir, ku xwedîtiyê li hejmarek zêde ya penaberan dike û anî ziman: “Yekîtiya Ewropa amade ye alîkariyê mirovî hevahengiyê di hemû waran de zêdetir jî bike.”

KDP İnfo

bottom of page