Li Silêmaniyê jineke pêştir hat îşkence kirin xwe şewitand!
Duh 18.02.2019ê êvari li wargeha Lubnan City a bajarê Silêmaniyê jineke bin navê R.Ê agir berda bedena xwe û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da. Polis jî girtina hevjînê wê jinê ragehand.
Rêveberê ragehandin û peyvendiyên polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî polis hat agahdar kirin ku bûyerekî xwe şewitandinê heye, hêzên me çûn cîhê bûyerê, lê mixabin jineke temenê wê 26 sal agir berdabû canê xwe û piştî ew gehandin nexwaşxaneyê ji ber birîna wê giran bû jiyana xwe ji dest da.’’
Herwaha aşkera kir ew jin çend sale zewiciye, lê ‘’Li gel hevjînê xwe pirsgirêkên wê hebûn û mala bavê keçê û mala bavê zilam dizanîn ku pirsgirêkên wan hebûne.’’ Û got: ‘’Duh ji ber pirsgirêka malbatî, li yek aciz bûne û rabûne hev, li gor gotinên hevjînê wê jinê wê jinê neft li bedena xwe rêşandiye û xwe şewitandiye. Heta gehandine nexwaşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye.’’
Herwaha amaje bi wê jî kir ku malbata wê jinê dibêjin: ‘’Gumana me ji hevjînê wê heye, ji ber wê jî bi biryara dadwer ve, hevjînê wê jinê hatiye girtin û lêpirsîna sedem û çawaniya bûyerê berdewam e.’’
Herwaha ragehand, hevjînê wê jinê neveşart ku berê jî pirsgirêkên wan hebûne, lê bo dema şewatê gotiye: ‘’Ez li malê bûm, min destê wê girt û ji bo wî karî neke ez pê re negeheştim, ji ber wê xwe şewitand û destê min bixwe jî şewitiye.’’
Ji aliyê din ve di torên civakî de hin wêne hatin belav kirin ku tê gotin wêneyên wê jinê ye û di wan wêneyan de aşkera dibe ku ew jin pêştir hatiye îşkence kirin.
BasNews