top of page

Saziyên Civaka Sivil yên Kurdî pişgirî dan qampanyaya zimanê Kurdî

Fethi Kaya

Şopger / Amed

Platforma Zimana Kurdî ji bo ku zarokê Kurd di dibistanande, derse bijarte ya Kurdî hilbijêrin dest bi qampanyayê kiribû. Ev banga Platforma zimanê Kurdî berfireh dibe. Ji Saziyên sivîlên Civak yên Kurdî pişgirî hat. Li gişî dibstanên Tirkeyeyê pola 5-6-7-8'an de, Dersa Kurdî wek bijarte di mufredatê de cih digre. Ji bo demsala biharê xwendekarên ku dixwazin dersa Kurdî bibinên divê hefteya pêşîya me serlêbidin. Daxwaznamê ji bona bijartina dersa Kurdî divê di navbêna 19-22 Sibatê de li dibistanan were kirin. Platforma Zimanê Kurdî bangî malbatên Kurd kir ku bila zarokên wan daxwaza dersa Kurdî bikin. û bi vê daxwazê ve dest bi qampanyayê kir. Ji saziyên sivîl yên civak pêşgiriya qampanyayêhat. Divê Kurdî bibe zimanê xebatê Niviskar Zeynelabidin Zinar balkişand ser girîngiya qampanyayê û got, Heşifandina Kemalîzmê ya 80 salan tofaneke mezin aniye serê Ziman û Çanda Kurdî. Ji ber vê yekê Kurdî hatiye asta tunekirinê lewra pêdiviya qampanyayê derket holê. Zinar destnîşankir ku, ev qampanyaya platforma Zimanê Kurdî, divê li her devera ku Kurd lê dijîn, bête destekkirin. Her kurdekî bîrewer û her kesekî pêşbîn ê ne Kurd jî, divê ji qampanyayê re bibin alîkar û zexta xwe li ser saziyên dewletê zêde bikin, da derfet çêbibe li her deverê axaftin bi kurdî bête kirin. Xasma li cihên wek balafirgehan û di nava balafirgehan de bi kurdî anons bêtin kirin; li ba bizişk û ebûqatan, li dadgeh û wekî din saziyên dewletê axaftina kurdî bête kirin û di karê rojane de weke li bazar û dikan û wekî din deveran... Eger dengê axaftina Zimanê Kurdî têkeve guhên xelkê, wê ew sawa qedexetiyê bişikê. Binerin, li Mûşê berî ku Beşa Kurdî li zanîngehê vebe, kesî li sûkê bi kurdî nedipeyivî, lê niha piraniya mûşiyan li sûkê jî bi kurdî dipeyivin. Zeynalabidin Zinar got ji bo ku, xwendekar zêdetir eleqe nîşan bidin, divê bazar û qada xebatê ji bo Kurdî were vekirin û wiha pêda çû: “Ji bo ku bala zarûkan û ya dê û bavan bikeve ser axaftina Zimanê Kurdî, di radeya pêşî de divê dewlet hin derfetan biafirîne. Mînak, li Swêdê dewlet yasayekê derxistiye ku zarûkên biyanî dema lîse qedandin û eger zimanê xwe jî xwendibin, ji bo ku li zanîngehê fakulteyeke baş bixwînin, puwanên zêde didin wan. Ya duyem, eger mercekî weha hebe ku li Bakûrê Kurdistanê, karmendên dewletê divê bi kurdî zanibin, ev jî dibe balkêşiya herî mezin ji bo zarûkan. Lewra çi ziman dibe bila bibe, eger zarûk nanê xwe yê pêşerojê tê de nebînin, pêdiviya ku wî zimanî fêr bibin ji xwe nabînin.”

Qampanya divê ji malê destpê bike Rêvibirê Însiyatîfa Parastina Zimanê Kurdî li bajarê Gießen ya Almanyayê Vahid Duran, di derbarê qampanyayê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got em wek Însiyatîfa Parastina Zimanê Kurdî pêşgirî didin vê qampanyayê û em jî bangî endamên xwe dikin ku beşdarê qampanyayê bibin û ji bo zarokên xwe daxwaza dersa Kurdî bikin. Vahid Duran balkişand ser girîngiya axaftina zimanê Kurdî û got, qampanya divê ji malê destpê bike. Dê û bav divê bi zimanê xwe dikaribin biaxifin, binivsînin û bixwînin. Ya girîng jî teqez divê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxifin. Duran got, divê gelê Kurd, dê û bavên kurd bersiva vê banga Platforma Zimanê Kurdî bidin daxwaza zimanê Kurdî bikin. Ev sîstem li Almanyayê jî li çend eyaletan heye, bi xêra vê sîstemê zarokên Kurd fêrê zimanê xwe dibin. Divê perwerdehî bi zimanê Kurdî be Sekreterê Giştî yê Komeleya Ehmedê Xanî Mihemmed Emin Demir got, mixabin siyaseta kurd heta îro di warê zimanê kurdî de roleke baş neleyîst. Lê em hêvî dikin ku ji îro pê de rola xwe bilîze. Ji bervê yekê ev qampanya ku Platforma Zimanê Kurdî desptêkir gelek girîng e. Bi taybetî jî em piştgiriya partiyên siyasî ji bo kampanyayê gelekî hêja dibinin. Em wek Komelaya Komeleya Ehmedê Xanî ya Navenda Lêkolînên Civakî ya Navnetewî pişgirî didin vê qampanyayê û em jî bangî endamên xwe dikin ku bila ji bo zarokên xwe daxwaza dersa zimanê Kurdî bikin. Mihemed Emin Demir bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê Kurdî, û wiha pêda çû; “Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 30 mîlyon kurd dijîn. Bi rastî xwendina dersa kurdî wek bijarte heqareteke mezine li dijî kurdan û zimanê wan. Qebûlkirina dersên kurdî ji aliyê dewletê ve gaveke girîng e, lê divê kurdî ji bo kurdan ne bijartî, mecbûrî be. Pêwîst e ji tirkan re kurdî wek derseke bijarte bête dayîn, ne ji kurdan re. Tenê ji bo 3 polan dersa kurdî kêm e. Eger bijartî be jî lazime ji pola seretayî heta qedandina zanîngehê jî hebe. “ Demir bal kişan ser kêmasiyên mamoste û sîstemê jî û wiha got, “Ji bo dersên hilbijartî ên kurdî bingeh û amadehiyên baş nehatine kirin. Bi tevahî hejmara mamosteyên kurdî ku hatine tayînkirin negihîştine 50’yan. Tayîna mamosteyên kurdî gelekî kêm in. Divê her dere dersa kurdî ji aliyê mamosteyên kurdî ve were dayîn. Herwiha li gor zanyariyan rêveberiyên dibistanan ji bo dersa kurdî astengiyan derdixînîn wek nebûna mamosteyan. Divê ev astengiyana jî bêne yekalîkirin.” Dibistan her çiqas girîng be jî, ya girîngtirin divê Kurdî li malê were axagftin, Wek Celadet Bedirxan gotiye: “Çawa wexta em ji derve tên malê cilê xwe diguherin. Divê wisa jî em zimanê biyanî li devê derî bihêlînin û nekin hundir malê.” Divê her kurd bi hişmendiya El Yezer Bîn Yehûda’yê Cihû li zimanê xwe xwedî derkevin. Yek jî em di heyama medyay dijital dijîn. Pêwîst e em medyaya dijîtal baş bi kar bînin. Vîdeo, fîlm, çîrokên kurdî bi wan bidin temaşekirin.

bottom of page