Heiko Maas bo Rûdawê: Ji bo me giring e ku berjewendiyên Kurdan parastî bin
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di Konferansa Munichê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji bo me giring e ku berjewendiyên Kurdan li bakurê Sûriyê parastî bin. Herwiha hemû wan hevdîtin û gotûbêjên ku em li ser vê mijarê dikin, divê ji bo komkirina hêzên leşkerî û çêkirina devereke aram a lawaz û bêbandor nebe.”
Heiko Maas derbarê pêvajoya siyasî ya Sûriyê de li ser pirsa Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî diyar kir: “Divê pêngavên pêvajoya siyasî ber bi pêşve biçin weke çawa Neteweyên Yekbûyî biryar daye, herwiha lîsteya navên nivîsandina destûrê jî were yekalîkirin.”
Maas amaje bi wê yekê jî kir ku di vê biryarê de ev deriyek li ber pêngavên din di pêvajoya siyasî de vedike û got: “Em ji bo vê yekê her tiştî dikin.”
Îro înê (15-02-2019) li bajarê Munich ê Almanyayê Konferansa Asayişê ya Munichê dest pê kir. Nêzîkî 35 serkirdeyên welatan û 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevaniyê yên welatan beşdarî konferansê bûn.
Şanda Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî konferansê bû.
Konferansa Asayişê ya Munichê konferanseke salane ya li ser sîstema asayişa navdewletî ye û ji sala 1963an ve tê lidarxistin.
RÛDAW