ENKSê kuştina kalê Kurd Elî Qilindir li Efrînê şermezar kir
Ofîsa ragihandinê ya ENKSê di daxuyaniyekê de kuştina kalê heştî salî, Elî Qilindir şermezar kir û ji dagîrkeriya Tirkiyê xwest ku bi pêbendiyên xwe li gor zagonên navdewletî li hember kuştina Qilindir û li hember mafên şêniyên deverê yên resen, bêden nemînin.
Herweha ENKSê got: Tevî ku salek bi ser kontirolkirina hêzên Tirkiyê li ser devera Efrînê re derbas bûye, lê zincîra binpêkirinan li dijî welatiyên kurd, bi awayekî rojane berdewam dikin û bê ku ti kes were sizakirin yan jî werin rawestandin.
Tê bibîrxistin ku Elî Qilindir, di 10.2.2109am de, ji aliyê çekdarên bi navê Imaîl Hec Ehmed ku endamê girûpa Cebhe El-şamiyê ye, bi guleyan hate armanckirin, di dema ku wî li derdora gundê Qenterê pez diçêrand û li gor hatiye ragihandin ku sedema wê yekê ew bû wî çekdarê dest danîbû ser hespê kalê heştêsalî, lê ewî bi giliyan li nik Tirkan karîbû hespê xwe vegerîne û bûyera kuştina wî jî weke tolhildanekê hatiye kirin.
BasNews