Putîn, Erdogan û Ruhanî daxuyaniyeke hevbeş dan
Îro civîna sê alî di navbera Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan, Serokê Îranê Hesen Ruhanî û Serokê Rûsyayê Velademir Putîn li Soçî bi rêve çû, piştî bidawîbûna civînê daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyaniyekê her sê welatan pêşwaziya biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê vekişandina hêza welatê wî ji Sûriyê kirin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Tirkiyê got ku, bo parastina yekparçeya pêwîste navçeyên Rojhilatê Feratê ji PKK û YPG werin paqijkirin û ew navçe vegerin bin kontirola rejîma Sûriyê de.
Herwiha Serokê Îranê jî da zanîn ku, Kurd beşeke serekene ji gelê Sûriyê û divê mafê wan liberçav were girtin.
Herwiha Putîn tekez kir ku, derbarê çareserkirina rewşa Sûriyê hemahingî di navbera wan û Tirkiyê de heye û kar û xebata wan berdewame.
BasNews