top of page

Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê

Hevseroka KCDê û Parlementera HDPê Leyla Guven a 98 roj in di greva birçîbûnê de ye jiber rewşa wê nebaş bû ew rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku îro ber êvarê jiber rewşa Leyla Guvenê nebaş bûye ew rakirine nexweşxaneyeke taybet li bajarê Amedê. Herwiha doktoran xwestine midaxaleyî Leyla Guvenê bikin lêbelê Guvenê tedawiya doktoran red kiriye.

Leyla Guven 8 mijdara 2018an bi minasebeta rabûna greva birçîbûnê liser rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye.

BasNews

bottom of page