27 zarokên DAIŞê ji Iraqê bo Rûsyayê hatin veguheztin

Îro Yekşemê 27 zarokên sêwî yên DAIŞê dayîkên wan bi tawana endametiya DAIŞê li zindanên Iraqê de ne bo Rûsyayê hatin veguheztin.

Ofîsa nûnera Serokê Rûsyayê bo karûbarên zarokan ji ajansa RT re ragehand ku, bi rêya balafireke taybet a Rûsyayê 27 zarokên wê welatî ji Iraqê hatin veguheztin, ew zarok li cem dayîkên xwe bûn di girtîgehên Iraqê de.

Li gor ajansê ew zarok li Rûsyayê dê ji bo peymangeha niştimanî ya lêkolînên tendirustiya zarokan werin veguhezti û da zanîn ku, temenê wan di navbera (4-13) salane.

Di sala 2017an de Rûsyayê hilmetek bo vegerandina zarokên rûsî yên ku, malbatên wan tevlî DAIŞê bûne destpê kir, bi wê yekê dehan zarok vegeriyan welatê xwe.

BasNews