top of page

Lijneyên herdu wezaretên Berevanî û Pêşmerge dest bi kar dikin

Cîgirê Serokerkan ê ji bo Operasyonan ê li Wezareta Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ragihand ku ji bo asayîkirina rewşa deverên nakokî li ser, ji îro ve lijneyên herdu wezaretên Berevanî û Pêşmerge dest bi kar dikin.

Lîwa Qareman Şêx Kemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir: “Her wezaretên Berevanî û Pêşmerge, pênc lijne ji bo asayîkirina rewşa deverên nakokî pêk anîne, ew lijneyên ku peywendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re hene, ji bo Diyale, Kerkûk, Mûsil û Mexmûrê hatine pêkanîn.”

Cîgirê Serokerkan ê ji bo Operasyonan ê li Wezareta Pêşmerge herwiha destnîşan kir: “Ew lijne ji îro ve bi kirdarî dest bi karên xwe dikin û ji bo nirxandinê diçin wan deveran, piştre raporta xwe ji du lijneyên sereke re pêşkêş dikin ku di navbera herdu wezaretan de hatine pêkanîn.”

Lîwa Qareman Şêx Kemal eşkere kir ku ji bo vegera Pêşmerge bo deverên nakokî li ser, "çaverêya raporta wan lijneyan tê kirin ku bi meydanî serdana wan deveran dikin".

Hefteya derbasbûyî herdu wezaretên Pêşmerge û Berevaniya Iraqê, ji bo asayîkirina rewşa deverên nakokî li ser, derbarê pêkanîna çend lijneyan de li hev kiribûn.

RÛDAW

bottom of page