Rewşa dibistanan li bakurê Dêra Zorê xirab e
Mamoste Qeys Obêd dibêje: “Em li dibistana Beyda ne, ku libakurê Dêra Zorê ye. Wek tu dibînî dibistan bê derî û pencere ye. Pirtûk hindik in. Em gihaştine feslê duyem, lê hin pirtûk wek pêwîst nîn in. Em bi pirtûkên kevn xwendekarên xwefêrdikin.”
Mamosteyên dibistanê ji dest nebûna pêwîstiyên dibistana xwe dinalin. Hevdem ne tenê pirtûkên xwendinê nîn in, lê ti programeke xwendinê jî li ber destên wan nîne da ku ji bo fêrkirina xwendekaran pişta xwe pê girêdin.
Rojane, li mal çend waneyan ji pirtûkên kevn amade dikin û bi vê rêyê xwendekaran fêr dikin.
Mamoste Meha Elawî dibêje: “Trajediya me li Dêra Zorê berdewam e. Wek tu dibînî dibistana Beyda bê pencere, kursî û amûrên germkirinê ye. Depreş pir kevin in. Derbarê programê de jî, programeke diyarkirî nîne, tenê em waneyên kevn dubare dikin. Em waneyan li mal amade dikin û li vir ji xwendekaran redibêjin.”
Nebûna derî, pencere û pirtûkan nebûye sedema sarbûna xwendekar û mamostayan ji proseya xwendin û fêrbûnê li vê dibistanê li bakurê Dêra Zorê.
Çavê mamostayan li wê ye ku rêxstinên navdewletî hevkar bin û pêwîstiyên dibistanê ji bo wan dabîn bikin.