top of page

Li Qamişlo 14 partiyên Kurdî civînek li dar xistin

14 partiyên Kurdî bi serperiştiya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê civiyan, û kar li ser wê yekê tê kirin, ku însiyatîfa wan û ya KNKê ji bo nêzîkkirina hêz û aliyên Kurdî bibe yek însiyatîf.

Li bajarê Qamişlo li hola Dr. Nûredîn Zaza, Polîtburoya Partiya Pêşverû pêşwazî li hejmarek ji partiyên din yên Kurdî kir.

Di civînê de yekxistina însiyatîfa herdû aliyan hate gotubêjkirin, bi awayekî ku di rojên bê de, bikaribin bi hev re karê hevbeş bikin, û têkiliyê bi tevahiya aliyên din yên Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re bikin, da ku helwesteke Kurdî ya yekgirtî bê avakirin.

Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû Dr. Ehmed Berekat ji Tora Medyayî ya Rûdaw re da xuyakirin, ku li hember wan gefên ku ji aliyê Tirkiyê ve li ser deverê têne kirin, divê yekdengiyeke Kurdî hebe.

RÛDAW

bottom of page