Fransa û Tirkiye ji ber qirkirina Ermenan ji hev dilgiran in

Pevçûnên navbera Ermen û Tirkan a sala 1915an, ji aliyê Fransayê ve wek qirkirina Ermenan hat pênasekirin ku bû sedema berteka Tirkiyê. Rayedarên Tirk biryara Fransayê biryareke siyasî dinirxîne û gotinên qirkirinê jî red dike. Salên berê jî li ser heman mijarê her du welat hatibûn hemberî hev û krîzek di navbera her du aliyan de rû dabû. Pispor ji ber mijarê dubare balê dikêşînîn ser rûdana rageşiyeke nû ya dîplomatîk.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron roja 24ê Nîsanê ku li gor Ermenan di sala 1915an de di vê rojê de bi fermana rayedarên Osmaniyan ve dema sirgunê bi hezaran ji civata wan hatine kuştin wek roja qirkirina Ermenan ragihand. Hikûmeta Tirkiye nerazîbûna xwe nîşanî biryara Macron da û amaje kir ev qirareke şaxsî û siyasî ye.

Li gor Pisporê Pêwendiyên Ewropayê Can Baydarol Macron li welatê xwe ji ber xwepêşandanên dawî ketiye tengasiyê pêdiviya wî bi piştgiriyê heye loma biryareke di ser Ermenan re dide.

Pisporê Pêwendiyên Ewropayê Can Baydarol ji K24ê re got: “Dîasporaya Ermenan li Fransayê gelek karîger e. Siyasetmedarên Fransî jî dema hilbijartinan ji bo piştgiriya Ermenan tim di ser wan re daxuyaniyê didin. Çalakiyên dawî bûne belayê serê desthilatdar jî. Loma Macron kêşeyeke navxweyî di ser diasporayê re dide jibîrkirin. Ji ber daxuyaniya Macron îhtimal heye di navbera Tirkiye û Fransayê de rageşiyek rû bide lê dirêj nabe.”

Ligel biryarê Macron da zanîn ew dixwazin ligel Tirkiyê tim di nav têkilî û diyalogê de bin. Lê li gor hin çavdêran daxuyaniyên li gor Tirkiyê tên redkirin rê li ber diyalogê jî digirin.

Rojnamevan Mahmut Ovur dibêje: “Fransa zorê dide Tirkiyeyê lê bi rêbazên wiha nikare biçe serî. Di polîtîkaya navxweyî de jî desthilatdara Macron bi kêşeyan re rû bi rû maye ji bo keysa xwe bîne û rola xwe ya li ser welatên Rojhilata Navîn mayînde bike Tirkiye kiriye armanc. Hewlên wiha bo demeke kurt deriyê guftûgoyê digire, berê jî biryarên wiha hatibû dayîn lê karîgeriya biryarê tune ye.”

Li gor Tirkiye di salên 1914 û 1921an de di pevçûnên dualî de gelek Ermen û Tirk tên kuştin. Tirkiye gotinên qirkirinê red dike û bi mebesta lêkolînên li ser bûyerên wê çaxê daxwaza avakirina desteyek ku ji dîroknasan pêk tê dike.

Parlamentoya Fransayê 18 sal berê jî bûyerên sala 1915an wek qirkirina Ermenan pênase kiribû piştre pêwendiyên Enqere û Parîs têk çûbû û li Tirkiyê li ser berhemên Fransî banga gemaroyê hatibû ragihandin.

K24