(AKP) - (MHP) di hilbijartinan de li ser Bakûrê Kurdistanê eşkere bû.
Zêdetirî meh û nîvê ji hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê re maye lê xebat û çalakiyên hilbijartinan di nav partiyên hevrik de ji mêjve dest pê kirine.
Yek ji herêmên ku hevrikiyek tund li ser heye, Bakûrê Kurdistanê ye. Yek ji partiyên ku dixwaze dengên Bakûriyan bi dest bîne, partiya xwedan deshilat AKP ye.
AKP heta niha bi tenê xwe li wî çemî dide lê vê carê bi MHPê re tifaqek bi navê “Tifaqa Cumhûrê” pêk aniye û dixwaze bi vê yekê hevrikiya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bike. Ji ber ku di piraniya hilbijartinan de li gelek bajarên Bakûr yekem bûye.
Roja 6 vê mehê, serokê AKPê û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokê MHPê Devlet Bahçelî, ku di heman demê de serokên Tifaqa Cumhûrê ne jî, li ser hilbijartinan civiyan.
Rojnameya Star ya Tirkiyê, ku nêzîkî AKPê ye, li ser naveroka wê hevdîtinê ragihandiye, di hevdîtina Erdogan û Bahçelî de yek ji mijarên ku hatibû axaftin, pilan û xebata wan partiyan li herêma “Rojhilat û Başûrê Rojhilat” (Bakûrê Kurdistanê) bû.
Li gorî raporta Starê, Erdogan û Bahçelî li ser wê yekê li hev kirine ku li bajarên Diyarbekir, Dêrsim, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Şirnex, Colemêrg, Mûş, Wan, Agirî û Îdirê, ku HDP di hilbijartinên berê de yekem bûye, HDPê tengav bikin.
Li gorî wê pilanê, li bajarên Qers û Îdirê ku MHP bihêz e alîgir û endamên AKPê dengên xwe bidin namzedên MHPê, li bajarên Diyarbekir, Dêrsim, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Şirnex, Colemêrg, Mûş û Wanê jî endam û alîgirên MHPê dengên xwe bidin namzedên AKPê, bi vî rengî Bakûr “ji destê terorê rizgar bikin!”
BasNews