Îlham Ehmed: Vekişîna ji nişka ve ya ji Sûriyê dê pirsgirêkan derxe holê
Îlham Ehmed ji medyaya Amerîkayê re ragihandiye: “Ji bo ku DAIŞê bi temamî têk bibin, divê piştgiriya bo me bimîne, ji ber ku pêwîstiyeke me ya mezin bi piştgiriya îstixbarata taktîkî heye daku em bikarin karê jinavbirina DAIŞê temam bikin.”
Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) di wê baweriyê de ye ku mana hejmareke kêm ji leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê giring e, ji ber ku eger bi awayekî sembolîk li mana wan were nihêrîn, watekeye wê ya mezin heye û îhtimal jî heye ku ji aliyê teknîkî ve li wan were temaşekirin. Ew leşker dikarin zanyariyên giring ên îstixbaratî pêşkêş bikin û ji bo nehiştina şaneyên razayî yên DAIŞê jî alîkar bin.
Îlham Ehmed rêz li biryara Serokê Amerîkayê ya li ser vekişandina leşkerên artêşa xwe digre, lê amaje bi wê yekê jî dike ku eger vekişîn ji nişka ve bibe, dê gelek pirsgirêk derkevin holê û Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên bin desthilata HSDê, rûbirûyî gefa zêdetir a hêzên derve bibe.
Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed red kiriye ku peywendiya HSDê bi PKKê re hebe û Tirkiye jî bi wê yekê tohmetbar dike ku "Kurdofobya"ya wê heye
RÛDAW.