top of page

Amerîka heta dawiya Nîsanê leşkerên xwe ji Rojava vedikişîne

Amarîkayê amadekarî kirine, daku di dawiya meha Nîsana îsal de, hemû hêzên xwe li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.

Rojanameya Wall Street Journal a Amerîkî eşkere kiriye, Amerîka dê naverasta meha Adarê dest bi vekişandina hêzên xwe li Sûriyê bike û heya dawiya meha Nîsanê, dê hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Amerîkayê nêzî 2 hezar leşker li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hene.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump di rojên dawiya sala derbasbûyî de biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê eşkere kiribû.

Hevdem Trump di gotara xwe ya salane de li Kongirsê Amerîkayê jî ragihandibû, renge di heftiya bê de bi fermî kontrolkirina tevahiya rûberê xelafeta DAIŞê rabigihînin.

RÛDAW

bottom of page