top of page

Îro termê Mîr Tehsîn Beg li Şêxan bixakê tê spartin

Biyare termê Mîrê Êzdiyên cîhanê Mîr Tehsîn Beg îro sêşemê demijmêr 11:00 li perestgeha Laleşê li qeza Şêxan di merasîmeke ayînî ya taybet de û bi beşdariya alî û pêkhateyên ayînî de bixaê were spartin.

Duh termê Mîr Tehsîn Beg bi rêya balefirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ve û bi balefirekî taybet a li ser erkê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, ji Almanyayê ve geheşt Kurdistanê.

Piştî wê00 termê Mîrê Êzdiyên cîhanê Mîr Tehsîn Beg bo qeza Şêxan hat veguheztin, îro bi xakê tê spartin û biryare taziya wî jî heft rojan bidome.

Mîr Tehsîn Beg roja 28.01.2019ê li nexwaşxaneyekî Almanyayê di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kir.

BasNews

bottom of page