top of page

Êlih - Gora keçeke êzdî hatiye herifandin

BasNews -04/02/2019- Li gundê Çinêra yê ser bi navenda bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, gora keçeka êzdî ji aliyê kesên nenas ve hate rûxandin.

Medya herêmî ya Êlihê ragihandiye li gundê Çinêra yê Êlihê kesên nenas, êrîşî gora qebristana gund kirine û gora keçeka êzdî herifandine. Di wêneyên gorê de xuya dibe ku kêlikên wê hatine şikandin û gor hatiye kolandin.

Li gor agahiyên bidestxistî wê gora han gora keçeke ciwan a bi navê Sara Gîr e ku 15 sal berê koça dawî kiribû û cenazeya wê jî ji Almanyayê anîbûn Batmanê li gundê Çinêra bin ax kiribûn.

Li gor nûçeya Batman Çagdaşê, gora Sara Gîr, ji aliyê defînegeran ve hatiye kolandin û kavilkirin li ser egera ku zêr û kelûpelan tê da peyda bikin.

Herwiha hatiye raguhandin ku hêzên emnî derbarm êrîşkaran de lêpirsîn dane destpêkirin.

bottom of page