top of page

Konsulê yekem ê Yûnanistan û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Di hevdîtina di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Yûnanistanê de, rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên dawî yên siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Îro Yekşema 3.2.2019 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê Îfsîmyos Kostobolos û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Îfsîmyos Kostobolos kêfxweşiya xwe bi hevdîtina serokwezîrê Herêma Kurdistanê re û bi destpêka karê wî wek yekem konsulê Yûnanistanê nîşan da û behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê kir û tekez jî kir ku ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku pêwendiyên Yûnanistan û Herêma Kurdistanê bihêztir bibin. Konsulê Yûnanistan pêkvejiyan û kiltûra lêborînê û pêşwaziya li hejmareke mezin ji koçber û penaberan ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve, bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li konsulê Yûnanistanê kir li ser destpêkirina karê û hêviya serkeftinê jê re xwest, û piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê û dezgehên wê jî ji bo karê wî nîşan da.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî DAIŞê û avedankirina navçeyên wêrankirî û pêkvejiyana pêkhateyên cuda kir.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku yasayên Herêma Kurdistanê derfetên baş dane sermayedar û veberhêneran ku li Kurdistanê kar bikin, lewma jî veberhênerên Yûnanistanê jî dikarin sûd û mifayê ji wê yekê bistînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din ji axaftina xwe de behsa pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bernameya hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Adil Ebdulmehdî dike.

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Yûnanistanê rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên dawî yên siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

KDP İnfo

bottom of page