top of page

Mîrê Bilûrê xatirê xwe ji jiyanê xwest

Stêrkek din ê muzika gelê Kurdistanê rijiya

Mîrê Bilûrê jê re tê gotin.

Di hemû rengên muzîka Kurdî de mirov dikare şopa wî bibîn e.

Taybet di radyoya Erivanê de, xwediyê xebatek mezin a Muzika Kurdî bû.

Her Kurdek welatparêz û evîndarên Muzîka Kurdî, bi dengê bilûra wî Mezin bû ye.

Hunermendê Kurd Egîdê Cimo çû ber dilovaniya Xwedê.

Mirê Bilûrê, evindarê hûner û muzîka Kurdî.

Mîrê Bilûra Kurdî, bi dengê bilûra xwe ve, di dilê her take Kurdek welatparêz de, bêyî ku em bizan in, ew keda Egidê Cimo û muzika wî ye, cîhek taybet girtiye.

Ji demên kevîn de gelek kevin de, nefesa wî evindarîyek bo dîrok, kul û azarên, gel, çol û çiyayên me, durist kiriye.

Mîrê Bilûra Kurdî Egidê Cimo, ji hunermendan bigre, siyasetmedar, ciwan, sinemakar, wêjezan û akademisyenan ve, baş nasdikin û dengê muzika wî bandor li ser hemûyan kiriye.

Egidê Cimo her dem xwediyê projeyên netewî yên huner û muzika Kurdî bûye.

Mûzika stranên Welatê me Kurdistane, Berivanê, Lawkê Metinî, Hekimo û Nurê - Rızo ji xebatên pîroz ên Egidê Cimo bûn e.

Mîrê Bilora Kurdî Egidê Cimo, di sala 1932 an de, li Gundê Erdeşer ya Ermenistanê jidayik dibe.

Malbata wî di salên 1918 an de, ji Bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê Navçeya Bêgirê, koçî Ermenistanê dibe.

Hêşta di heşt saliya xwe de dest bi jenîna bilûrê dike. Paşê fêrî jenîna zurnayê, neyê, duzelê û temborê dibe.

Mîrê Bilorê, hêşta Zarok diya wî dimire û hêtîm mezin dibe. Diyare ku sêvitîya xwe, kul û azarên xwe bi bilûrê derbirîye.

Egidê Cimo di sala 1955 an de, dema radyoya Erivanê vedibe, di avakirina wê de, cîh digre.

Wek muzikjen di xebata radyoya Erivanê de cîh digre. Kolan kolan mal mal digere, hunermend û muzika kurdî peyda dike.

Hemûyan di radyoya Erivanê de kom vedike.

Mîrê Bilûrê Egidê Cimo: Di xebata Muzika Aram Tigran, Kerabêtê Xaço, Efroyê Esed, Eslıka Qadir, Aram Tigran, Suska Sımo, Xana Zazê û bi dehan muzisyenên din de, cîh digre.

Mîrê Bilorê di salên 1960 an de, keça binavê Rindê nas dike û direvîne, dibe gundek din. Dibin xwediyê 5 zarokan. Dibêje: min gelek jê hes dikir. Piştî ku ew dimire nazewice.

Egidê Cimo Di sala 1967 an de, Peymangeha Muzikê ya Melikyan Romanos de xwend û bû xwediyê diplomê.

K24

C.B

bottom of page