Nêçîrvan Barzanî: Rola berçav a Mîr Tehsîn Beg di tevgera kurdayetiyê de hebû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê serxweşî li malbat û kesûkarên wî û civata ruhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî kir û hevsozî û hevxemiya xwe ji malbata wî û tevahiya Êzidiyan re derbirî.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Mîr Tehsîn Beg ku bêhtir ji heftî salên bihorî mîratiya Êzidyan li Kurdistanê û cîhanê kir, tevî ku di nava Êzidiyan de xwedî pêgeh e û roleke wî ya xuya ya civakî û olî hebû, herhisa di tevgera kurdayetiyê de û bi taybet jî di şoreşa Îlonê de xwedî rol û beşdariyeke berçav hebû.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Bi boneya koça dawî ya xwedê jê razî Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êziyan, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî û civata ruhanî û hemû xwişk û birayên me yên Êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Em hevsoz û hevxemên malbata wî û tevahiya Êzidiyan in.
Mîr Tehsîn Beg ku bêhtirî ji heftî salên bihorî mîratiya Êzidyan li Kurdistanê û cîhanê kir, tevî ku di nava Êzidiyan de xwedî pêgeh e û roleke wî ya xuya ya civakî û olî bû, herwiha di tevgera kurdayetiyê de û bi taybet jî di şoreşa Îlonê de xwedî rol û beşdariyeke berçav bû, piştî şoreşê jî ji ber helwestên xwe awareyê welatan bû.
Mîr Tehsîn Beg berdewam ligel civaka Kurdistanê û Iraqê û ya deverê jî di pêwnediyê de bûye û rêz û pêgeha wî ya civakî ne tenê di nava Êzidiyan de, belkû di nava civaka Kurdistanê û ya Iraqê de jî diyar û berçav bû û xwedan tevneke berfireh a pêwendiyan bû. Berdewam hewl daye ku rihê pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê di nava pêkhateyên Kurdistanê û Iraqê de xurtir û kûrtir bike.
Bîrhatina wî bi xêrê be û xwedayê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike.
K24
S. B