Serok Barzanî: Jidestdana Mîr Tehsîn Beg ziyaneke mezin e

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Mîrê Êzdiyên Kurdistan û cîhanî Mîr Tehsîn Beg serxweşiyê li hemû malbata Mîr û kesayetên olî yên ola Êzidî, xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê û herwiha li gelê Kurdistanê dike.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Koça dawiyê ya Mîr Tehsîn Beg peyamek belav kir û ragihand, Jidestdana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezin e ji bo xuşk û birayên Êzîdiyan û ji bo me hemû aliyekî ye. Li vir, hêvîdar in bi hîkmet û hewla hemû aliyek ew valahî bê tejî kirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi hêztir û kûrtir bê kirin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Berî sibehiya roja dûşem 28.01.2019 Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê koça dawî kir. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata Mîr û kesayetiyên ola Êzîdî û hemû xuşk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û Cîhanê û her wiha li gelê Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîkar im rûh û giyanê xwedê jêrazî Mîr Tehsîn bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.

Jidestdana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezine ji bo xuşk û birayên Êzîdiyan û ji bo me hemû aliyekî ye. Li vir da hêvîdarîn bi hîkmet û hewla hemû aliyek ew valahî bê tejî kirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi hêztir û kûrtir bê kirin.”

Mîr Tehsîn kurê Seîd Beg kurê Husên Beg:

Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsên Begê îro li Hanoverê ji ber xirapbûna rewşa wî ya tenduristî koça dawiyê kir.

Mîr Tehsîn Beg 15ê Tebaxa 1933an li baedrê ya ser bi qezaya Şêxanê jidayik bû.

Piştî koça dawiyê ya bavê wî, Mîr Tehsîn beg di dawiya meha Tîrmeha 1944an di temenê 11 saliyê de bû Mîrê Êzidiyan.

Qonaxên jiyana Mîr Tehsîn Begê:

Di Nîsana 1959an de di dema bizava Ebdulah Şewaf de li Mûsilê hate zîndanîkirin.

Di destpêka sala 1960î de û ta Tebaxa 1961an ji bo Amara, Bexda û Dîwaniyê hate sirgûnkirin.

Di dema destpêkirina Şoreşa Îlonê di sala 1961an de, hat zîndanîkirin û bo Dadgeha Urfî ya Mûsilê hate veguhastin.

Di sala 1970î de pêwendî bi Şoreşa Îlonê re kir û li Nawpirdan li nêzîkî baregaha Barzaniyê Nemir niştecih bû.

Di sala 1975an de ber bi Brîtanyayê ve çû û 7 salan li Londonê ma.

Roja 9. 9. 1981an vegeriya Iraqê.

Du caran rastî êrîşa kuştinê hat û du caran jî birîndar bû. Cara yekem roja 18ê Sibata 1992an li navbera Mûsil û Şêxanê. Cara duyem jî roja 22. 9. 2003an li navbera El-Qoş û Şêxanê.

Hevdîtin ligel hejmarek mezin ji Padîşah, Serok û siyasetmedarên cîhanê re kiribû, Papayê Vatîkanê jî dît û berevanî li mafê Êzidiyan kir.

Sindoqeke xêrxwaziyê bi navê xwe dirust kiriye û dahatê wê bo perestgeha Laleşê terxan kiriye.

Hejmarek ji xelat û rêgirtinên navdewletî yên derbarê pêkvejiyan, lêborîn û aştiyê wergirtiye.

K24

S. B