top of page

14 kurdên êzdî ji destê DAIŞê rizgar bûne

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî, Husên Qaidî ragehand ku, 14 kurdên êzdî ji destê DAIŞê li Sûriyê rizgar bûn.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî, Husên Qaidî ji ajansa Sputnîkê re ragehand ku, ji destpêka vê salê û heta niha, 14 kurdên êzdî ji destê DAIŞê li Sûriyê rizgar bûn.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî da zanîn ku, 10 kes ji wan zarokin û 4 kesên din jî jinin, aşkere kir ji ji sala 2014 û heta niha 3 hezar û 343 revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê rizgar bûne.

BasNews

bottom of page