top of page

Namzedê HDPê yê Amedê: Em ê bajarê xwe ji destê qeyûman derxin

Amed (Rûdaw) – MAŞALLAH DEKAK - Demokratîk a Gelan (HDP) 3 bajarên mezin jî tê de, namzedên 12 bajar û bi dehan navçeyên wan ên Bakurê Kurdistanê aşkera kirin. Li Amedê parlamenter Selçûk Mizrakli ku doktor e û Hulya Alokmen Uyanik ku hemşîre ye weke namzed hatin berbijêrkirin. Namzedê HDPê yê Amedê diyar kir ku ew ê Amedê ji destê qeyûman derxin û nasnameya Kurdî careke din li Amedê zindî bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzedên 12 bajaran û bi dehan navçeyan aşkera kir. Li Mêrdînê Ahmed Turk û Figen Altindag û li Wanê jî Bedia Ozgokçe û Mustafa Avci weke namzet hatin nîşandan.

Li bajarê Amedê jî doktorek û hemşîreyek hatin destnîşankirin. Parlamenterê HDPê yê Amedê doktor Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik ku ew jî hemşîre ye weke namzet nîşan da.

Namzetê Şaredariya Amedê Selçuk Mizrakli ji Rûdawê re diyar kir, ku ew ê Amedê bi dengekî zêdetir ji destê qeyûman derxin û ew ê bi xebatên xwe nasnameya Kurdî û Kurdistanîbûnê careke din li bajêr zindî bikin.

Selçuk Mizrakli got: “Ev der Amed e. Bajarekî Kurdistanê ye. Em ê di hemû xebatên xwe de nasname û çanda Kurdî ku ji aliyê qeyûman ve hatiye dorpêçkirin, ji nû ve zindî bikin. Li aliyê din em ê 3 cil û bergan lixwe bikin. Yek jê taxim ango bedil ku nûnertiyeke navneteweyî dike. Cil û bergeke me jî dê yê şantiyeyê be. Ango em ê bi pirsgirêkên bajêr ên aborî, binesazî û xizmetgûzariyê re eleqedar bibin. Cil û bergek jî yên gelêrî ango yên neteweyî ne. Em ê çand, nasname, kodên civaka Kurd bînin pêş çavên hemû kesî. Lê dema me ev yek kir, helbet em ê ji ol û neteweyên cuda re jî hurmetkar bin û hebûna wan jî biparêzin.”

Xelkê Amedê jî di wê baweriyê de ye ku ji navan zêdetir karên baş girîng e. Xelkê daxwaz ji namzedên HDPê kir ku xizmeteke baş bikin û li nasname û çanda Kurdî jî xwedî derkevin.

HDP'ê li hin bajar û navçeyan parêzer û li hin cihan jî mamosteyan weke namzet nîşan dan. Lê herdu namzedên bajarê Amedê jî ji beşa tenduristiyê ne.

bottom of page