Serokên 5 welatên endamên daîmî yên Encûmena Ewlekariyê beşdar nabin
Di korbendê de wêneyê cîhanê di qonaxa dahatû de tê kirin. Lê wiha naxuye ev yek wiha asan be û pêşbîniya bûyeran bo serkirde û bazirganên mezin ên cîhanê jî zehmet e.
Derbarê mijarê de Serokê PwC Globalê Bob Moritz dibêje: “Tu nikarî pêşbîniya cîhanê bikî û bizanê çi diqewime. Demekê em di wê baweriyê de bûn Brexit diqewime, lê roja din çênebû. Lewra qet nizanî ka tişt ber bi ku ve diçin. Niha astengên bazirganî hene, sedem jî milmilaneyên ligel Çînê ne, lê roja bê, raweste, dibînî rêkeftinek birêve ye."
37 serkirdeyên cîhanê û bi sedan kesayetî û bazirganên mezin ên cîhanê beşdarî korbendê dibin. Beşdarên korbendê dixwazin cîhanê ji metirsî û nîgeraniyan biparêzin û wêneyekî zelal bixin pêş bazara kar û akinciyên ser zeviyê, hevdem baweriyê bo kompanyayên mezin vegerînin.
Serok û Rêveberê Cîbicîkar Richard Edelman jî got: “Çîna giştî qet di navbera elît-bijarte de dabeş nebûye. Kî li wê yekê difikire ku cîhan ber bi mezinbûnê ve diçe. Hevdem ew çîna giştî jî ku nîgeran e, ji wê nîgeran e ku cîhan ber bi otomatîkî diçe. Lê di heman demê de ew encamên nû ku cihê kêfxweşiyê ne ew in ku kompanyaya min ji sedî 80 cihê baweriyê ye, loma derfetek heye ku kompanya bi rastî wê baweriyê bidest bixin."
Korbenda îsal a Davosê di demeke hestyar û girîng de tê sazkirin ku cîhan rûbirûyê çendîn qeyran û milmilaneyên mezin ên bazirganî bûye. Lê ya balkêş hejmareke berçav a serkirdeyên diyar ên cîhanê beşdarî forumê nabin, wek; serokên pênc endamên daîmî yên Encûmena Ewlekariya Navnetewî.
RÛDAW