Amûra muzîkê ya Kurdên Xorasanê: Dutar
Umêd Sabirî hosteyê çêkirina amûra muzîkê ya dutarê ye. Ew wek yek ji baştirîn amûrsazên Kurdên Xorasanê tê hejmartin. Ev dora 8 salan e amûrên dutarê li kargeha xwe ya biçûk çêdike.
Dutarên piraniya kom û grûpên Xorasan û Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi destên Umêd Sabirî hatine çêkirin.
Muzîk beşek ji jiyana Kurdên Xorasanê ye. Ji bilî muzîkjenên wan, dutarên hinek rîspî û oldarên wan jî li mal hene û ji xwe û ji malbatên xwe re dijenin.
Materiyala ku amûra dutarê pê çêdike ne dar e, lê belê hestiyên hêştir e. Dutar heta 100 salan xwe li ber hewaya şilavî û sar û germê digire.
Derbarê karê xwe Umêd Sabirî got “Ev heşt sal in kargeha min a amûrsaziyê heye. Ez dutar û kemanan çak dikim. Ev 22 sal in ez dutarê dijenim û deh sal in ez kemanê dijenim.”
Ji ber pirbûna neteweyan li navçeya Xorasanê, mirov guh li çend muzîkên cuda dibe, mîna Kurdî, Tirkî, Farsî, Tat û Turkmenî. Muzîka wê navçeyê pir tevlihev û rengîn e û hemû rengan li xwe digire.
Farabî di pirtûka xwe ya bi navê (el Musîqa el Kabîr) de behsa dutarê kiriye. Dutar hevrêya wan kesan bûye ku destan û çîrok li wê navçeyê nivîsandine.
Sabirî dibêje: “Amûrên din ku li navçeya me tên çêkirin keman e, qoşme ye, saza badî ye, neya şivanî ye ku taybet ji bo şivanên deverê ye. Saza kobayî jî, dahol û dayere jî hene ku hin caran sûdê jê werdigirin.”
Li navçeya Xorasanê, bi dehan kom û grûpên muzîkê yên biçûk û mezin hene ku beşdarî çend festîvalan dibin. Ew kom û grûp ji bilî Kurdî bi zimanên din jî stranan dibêjin. Çimkî çend neteweyên cuda li Xorasanê hene.
Ji Soranî: Besam Mistefa