top of page

Keçeke Kurda Êzidî li Sûriyê hate rizgarkirin

Keçeke 17 salî ya Kurda Êzidî piştî çar salan û nîv ji destê DAIŞê li Sûriyê hat rizgarkirin.

Keça bi navê Îlham Dexîl, di 3 Tebaxa 2014an de ji komelgeha Til Qeseb, ketiye destê çekdarên DAIŞê, û ji bo Sûriyê hatibû veguhestin. Dema Îlham Dexîl revandin ew 12 salî û nîv bû niha bûye 17 salî û ji ber ku di heyama di destê DAIŞê de maye wê Kurdî neaxiviye zimanê dayîkê ji bîr kiriye.

Îlham Dexîl dibêje ku piştî ku DAIŞê ew, dayik û xuşkeke wê birin Mûsli, destpêkê ew ji dayika wan cuda kirin û piştre ji xuşka wê jî cudakirin û ew birine Reqayê.

Bi gotina Îlham Dexîl ew li Iraq û Sûriyê 7 caran kirîn û firotin bi wê hatiye kirin.

Piştî Îlham Dexîl ji destê DAIŞê rizgar bû zanîn ku hêj bav û sê biryayên Îlhamê jî di êrîşa DAIŞê ya bo ser Şingalê de ketine destê DAIŞê, û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Îlham Dexîl wiha got: “Piştî em birin Mûsilêl, ez û xuşka min ji dayika min cuda kirin û dayiya me birin ciheke û em birin ciheke din. Ez xuşka xwe hefteyeke li cem hev man û paşê em ji hev cudakirin û ez ji wê derê birim Reqayl û ew li Mûsilê ma.”

Îlham Îlham Dexîl li bajêrê Susê yê Sûriyê hate rizgarkirin ew êdî tevna jiyaneka nû radiçîne.

Di 3 heftiyên derbasbûyî de û bi rêya Ofîsa Serokwezîr Nîşîrvan Barzanî, 13 Kurdên Êzdî li Sûriyê hatine rizgarkirin.

RÛDAW

bottom of page