Li navenda Efrînê teqînek çêbû

li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek li nêzîk meydana Kawa çêbû. Li gor agahiyên destpêkê teqînê otobûseke rêwiyan kiriye armanc û di encama teqînê de hejmareke kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gor agahiyên berdest li garaja otobûsan a Efrînê teqînek pêk hat û çend kes bûne qurbanî.

Di encama teqînê de li gor agahiyê destpêkê 3 kes hatine kuştin û 7 kes birîndar bûne û birîndar ji bo nexweşxaneya Efrînê hatine şandin.

Ev teqîn di demekê de ye ku îro salvegera destpêkirina êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê bo ser herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

RÛDAW