Serok Barzanî di sersaxiya pêşmergeyê dêrîn Mihemed Qadir de beşdar bû

Mesûd Barzanî beşdarî di sersaxiya Mamoste Mihemed Mela Qadir de beşdarî kir.

Îro Çarşema 16.01.2019 li Hewlêra paytext Serok Barzanî beşdariyê di merasîma sersaxiya têkoşer û xebatgêrê gelê Kurdistanê rehmetî Mamosta Mihemed Mela Qadir kir.

Duhî 15.01.2019 Pêşmergeyê dêrîn û Endamê berê yê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê koça dawî kiribû û ji ber koça wî ya dawî Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata wî re şandibû.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotibû: “Bi xemekî zêde ve me nûçeya koça dawiya têkoşer û xebatgêrê gelê me Mamosta Mihemed Mela Qadir bihîst. Mamosta Mihemed Pêşmergeyekî dêrîn û kesayetiyekî şoreşgêr û niştimanperwer bû ku rola wî di xebata siyasî û karê hizbayetiya gelê me de û bi taybetî di qonaxên cûr bi cûr ên xebat û dîSerok roka Partiya Demokrat a Kurdistanê de, xuya ye. Rehmetî di kar û erkên xwe de herdem mînaka destpakî û rastgoyî û niştimanperweriyê bû. Ji destdana Mamosta Mela Mihemed ziyaneke mezin e û bi vê helkefta xemgîn sersaxiyê li xwe û malbat û kesukarên xwedê jêrazî û cemawerê PDKê û xelkê Kurdistanê dikim.

KDP İnfo