Macron daxwaz ji Putin dike Kurdên Sûriyê biparêze
Di daxuyaniyekê de Serokatiya Rûsyayê (Krmlenê) ragehand ku, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron hevdîtineke telefonî pêkanîn, tê de proseya siyasî ya Sûriyê taybet jî komîteya pêkanîna destûra wî welatî gotûbêj kirin.
Herwiha daxuyaniyê da zanîn ku, herdu serokan amaje bi encamên rêkeftina lutkeya Stenbolê ya 27 meha Cotmehê di navbera serkirdeyên Rûsya, Almanya, Tirkiyê û Fransayê de kir.
Her di wê derbarê de malpera “France24” belav kir, di wê pêwendiyê de metirsî û nîgeraniyên derbarê çarenivîsa hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê hatin behskirin, ku piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Tirkiye gefa destpêkirina operasyonekê leşkerî li rojhilatê Firatê dixwe.
Wê malperê aşkere kir jî, di wê pêwendiyê de Macron daxwaz ji Putin kiriye, kar ji bo parastina hêzên ku şerê li dijî grûpên terorî û cîhadî li Sûriyê kirine û di nava wan de hêzên Kurdî biparêze.
Herwiha daxuyaniya Koşka Serokatiya Fransayê jî tekez kiriye, pêwîst e ew hêzên hevpeyman ên şerê teroristan kirine û bi taybet hêzên Kurdî bêne parastin.
K24
S. B