Pompeo: Vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê tiştekî neguhêre

Wezîrê Derve yê Amerîka radigihîne, biryar vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê bandorê li ser operasyona wan a li dijî DAIŞê û Îranê nake.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di civîna ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de li Brazîlyayê ragihand, biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê tiştekî neguhêre û hevkariya wan a bi Îsraîlê re wê berdewam be.

Got jî, tevî biryara Amerîkî a vekişandina hêzên ji Sûriyê, operasyona wan a li dijî DAIŞê û Îranê dê berdewam be.

Ji aliyê xwe ve, Benjamin Netanyahu berî civîna bi Pompeo re got, ewê bi Pompeo re awayê rûbirûbûna Îranê li Rojhilata Navîn û operasyonên wan li Sûriyê gotûbêj bike, ku ev yek armanceke hevbeş a Tilevîv û Washingtonê ye.

Meha bûrî Serokê Amerîka Donald Trump gotibû, erkê wan li Sûriyê yê jinavbirina DAIŞê bidawî dibe û ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.

Rapoteke Stratejîk a Îsraîlê jî piştî wê biryara Trump diyar kir, ev gava Amerîkî, tê wateya serkeftina hêzên rêjîma Sûriyê, Îran û Rûsyayê li herêmên ku Kurdan bi piştevaniya Amerîka kontrol kiribûn.

S. B