top of page

Partiyên Bakur: Hêvîdar in sala 2019an bibe sala yekîtiya neteweyî

Berpirs û serokên partiyên Bakurê Kurdistanê bi minasebeta sala 2019an peyamên yekitiya neteweyî belav kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Memhet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sostalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel bi minasebeta sala sersalê peyam û hêviyên xwe anîn ziman. Kardaş Bozyel, û Çityurek ji televizyona K24ê ra axivîn. Di peyamên xwe da aşkere kirin ku sala 2019an ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan bibe destpêkek da ku netewa kurd di qada cîhanê de nirxên xwe biparêze bigihê armancên xwe û weke her neteweyên din bi azadî liser axa xwe bijî.

BasNews

bottom of page