Li Şingalê hêzeke Heşda Şeibî bi ser baregeheke hêzên Pêşmerge de girt

Li Şingalê hêzeke Heşda Şeibî bi ser baregeheke Hêzên Parastina Êzidxanê de girt û 30 pêşmerge bi xwe re birin.

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand: “Şeva borî hêzeke Bedir ser bi Heşda Şabî bi navê artêşa Iraq û Îstîxbarata Iraqê bi armanca pişkinînê çûne baregaheke me ya li navenda Şingalê û hemû wê hêza ku li baregahê bû birine.”

Li ser vê bûyerê hêzên Pêşmerge yên ser bi Heyder Şeşo li Şingalê ketine amadebaşiyê. Heyder Şeşo got: “Hêza me niha di amadebaşiyê de ye. Me rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê û beşekî Şigalê girtine û Hêza Parastina Êzidxan rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê girtine. Eger hêzeke Heşda Şeibî dest bi liv û tevgerekê bike, em dê bersiv bidin.”

Heyder Şeşo diyar kir ku fermandarên ser xwe ji bûyerê agahdar kirine û heta niha ti peywendiyeke navbera wan û Heşda Şeibî de çênebûye daku bizanin sedem çi ye û got: “Dema werin azadkirin, em ê jî bersiv bidin.”

Piştî 16ê Cotmehê nêzîkî hezar pêşmergeyên ser bi Hêzên Parastina Êzidxanê bi serperiştiya Heyder Şeşo li Şingalê mabûn û heta niha jî li çend cihên Sinûnê û Şingalê hene.