top of page

Heyder Şeşo: Me heta nîvro mohlet daye Heşda Şeibî

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ragihand, pêşmergeyên ku Heşda Şeibî piştî biserdegirtina baregehê li gel xwe birin, biryar e radestî Polîsê Federalî bikin û got: “Hinceta girtina pêşmergeyên me ew e ku destûra wan a hilgirtina çek tine ye.”

Piştî ku hêzeke Heşda Şeibî li Şingalê çûbûn baregeheke hêzên Pêşmerge yên ser bi Heyder Şeşo û 30 pêşmerge li gel xwe biribûn, Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Biryar e ew pêşmergeyên ku hêzeke Heşda Şeibî ew li gel xwe birin, radestî Polîsê Federalî werin kirin û me heta nîvro mohlet daye wan daku wan pêşmergeyan radest bikin û eger radestî me nekin, dê helwesteke me ya tund hebe.”

RÛDAW

bottom of page