Haşdi Şabi tarafından alıkonulan Peşmergeler serbest bırakıldı
Şeva borî çekdarên Heşda Şeibî li Şingalê ketibûn baregeha çekdarên hêza parastina Êzîdxanê û hinek ji wan girtibûn.
Li gorî agahiyên BasNewsê, qasekî beriya niha ew çekdarên êzîdî hatin berdan. Lê endamê encumena Şingalê Xelîl Hesen ji BasNewsê re got, çekdarên hêza parastina Êzîdxanê bi fermandehiya Heyder Şeşo li nav bajêr belav bûne û rewşa bajêr gelekî aloz e.
Xelîl Hesen her wiha got, çekdarên hêza parastina Êzîdxanê rêka navbera Şingal û nahiya Sinûnê girtine û nahêlin çekdarên Heşda Şeibî derbas bibin, tenê sivîl dikarin derbas bibin.
Fermandeyê hêza parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo jî ji BasNewsê re got, rast e hevalên me hatine berdan lê eger dîsa rûdanên wiha biqewimin wê çaxê rewşa Şingalê dê aloztir bibe û helwesta me jî dê bi rengek din be.