top of page

HÊJ BİRÎNA MARAŞÊ SARİJ NEBÛYÊ XWÎN JÊ TE

Li ser Qetlîema Maraşê, ku bona kudutaya 12ê rê vekîr, 40 sal derbas bû.

Di 19 Berçîleya sala 1978’an da li Maraşê hêzên nijadperest û tundrewên olî êrîş kirin ser saziyên demokratîk yên vê demê, kesên demokrat u şoreşger, ronakbîran.

Di heyama êrîşên hanê da, mal û ciyê karê yên Aleviyan ketin ber talanê, hatin şewitandin û kavil kirinê

Di encama êrîşan da, ku hefteyek berdewam bû, bêtirî 500 kes, ku piraniya pirê wan Kurdên Alewî bûn hatin kuştin û bi sedan kesên dinê jî birindar bûn, ku piraniya kuştî û birîndaran jin, û zarok û pîrejin û pîremêr bûn.

Guman têda nîne, berpirsê serekî ya qetlîema hanê, ku di kurahiya dewleta Tirk da hatiye organîze kirin û li ber çavên “hêzên evlehiyê” hatine encam dane, cîhanbiniya dewleta Tirk e. Armanca wê cîhanbiniyê jî Tirk û Misluman kirina hemu kesan e, ku li Tirkiyê dijin.

Ji bona vê yêkê jî ci be cî kerê Qetlîma Mareşê jî nehatiye destnîşan kirinê.

J i bona ku faîlên Qetlîema Maraşê nehatine destnîşan kirinê, birina Marêşe hêşta sarij nebûye, nabe…

Her ji bona van sedeman paş Maraşê, qetlîamên Madimak, Taxa Qazî, Lîcê û hwd çêbûn, bi hezaran kes hatine kuştin, ku qatilên wan ne diyar in.

Em di salvegera 40an da Qetlîema Marêşê, rêkxerên wê û cîhanbiniya, ku sedema serekiya qetlîama hanê ye, carekî dinê mehkûm dikin û li ber hizura qurbanan qirnoş dibin.

19 Berçîle 2018

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

bottom of page