9 hemwelatiyên Efrînê hatin revandin!
Malpera Afrîn Media Center belav kir, duh Polîsê Leşkerî bi piştevaniya artêşa Tirkiyê bi ser gundê Miska Jorin û Miskê Jêrin de girt û hejmarek welatî revandin.
Li gor wê malperê, ew kesên hatine girtin ev in: "Rustem Ahmed Sedo, Mihemed Îsmail Habaş, her du bira Abdo û Şêx Mihemed Henan Seydo, Adnan Xalîl Sido, Ciwan Abdilrehman Hesen, Selah Şêx Mihemed Sîdo, Hesen Mistafa Cindo."
Li gor heman çavkaniyê di nav wan girtiyan de keçek bi navê Evîn Ehmed Birîm jî heye.
Amaje bi wê yekê kir, piştî revandina welatiyên gundê Miskê, rewşeke aloz û nîgeraniyê di nava gundiyan derket û welatî di metirsiyê de ne.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bû û dagîr kirin û ji wê demê bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin û eşkencedan.
BasNews