Şanda MSDê îro bi serokê Fransayê re dicive
Nûnerê PYDê li Fransayê, Xalid Îsa ragihand, ku dê îro înê 21ê Kanûna 2018 Serokê Fransayê Emmanuel Macron li koşka Elyseeyê ligel Hevserokên Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar û Îlham Ehmed bicive.
Tê pêşbînîkirin, ku biryara Trump bo vekişandina hêzên Amerîkayê li Sûriyê, hebûna hêzên Fransayê li herêmên di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser de, gefên Tirkiyê bo encamdana operasyoneke serbazî li herêmên rojhilatê Firatê û çawaniya parastina hêzên HSDê ji egera êrîşên Tirkiyê, ji mijarên civînê bin.
Civîna Macron ligel hevserokên MSDê di demekê de ye, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye, ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û ev jî bûye sedema nerazîbûna HSDê û MSDê.
Fransayê jî weke Amerîkayê hejmarek hêzên xwe yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi cih kirine û li wê derê xwediyê çend binkeyên serbazî ye.
Herwiha piştî ku Amerîkayê ragihand, dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, Fransayê ragihandiye, ku dê hêzên wan li ser erkên xwe yên li Sûriyê berdewam bin.
Trump roja Çarşembiyê ragihand, ku wan rêxistina DAIŞê têk biriye û ti sedemek bo mana hêzên leşkerî yên wî welatî di nav axa Sûriyê de nemaye, lewma ew dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.
Biryara Trump bo vekişandina hêzên Amerîkayê cîhan sûrprîz kir, ji ber ku pêştir Wezîrê Berevaniya Amerîka, James Mattis, Şanderê Amerîka li Sûriyê James Jeffrey û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk çend caran ragihandibûn, ku hêzên Amerîkayê dê bo demeke din jî li Sûriyê bimînin.
RÛDAW