Partiyên Rojava ji bo girtina hewlestekê li hember gefên Tirkiyê dicivin
Sekreterê Pêşverû Ebdulhemîd Derwêş berî çend rojan bang li tevahiya partî û çarçoveyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kiribû, bi armanca ku tevgera siyasî ya Kurdî helwesteke hevbeş li hember gefên Tirkiyê bistînin, daxwaz kiribû îro 20 Berçile civîneke berfereh were encamdan.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, Îro beşek ji partiyan li Qamişlo li hola Nûredîn Zaza ya Partiya Pêşverû kom bûne, lê her du aliyên siyasî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdar nebûne.
Li ser vê civînê endamê Polîtbîroya Partiya Pêşverû Ehmed Silêman ji K24ê re ragihand, tevlî ku ENKSê û PYD beşdar jî nebûne, lê li gorî bernameya ku hatiye danîn, dê civîna xwe birêve bibin.
Pêştir, endamê Serokatiya ENKSê Nihmet Dawûd li ser vê civînê ji K24ê re gotibû: “Em dibînin ku pêwîst bû berî vê rûniştinê hevdîtinên dualî û sêalî çê bibin û helwestê ava bikin û piştre rûniştinek çê bibe û ji bo bi encamekê derbikevin.”