HSD: Vekişandina Amerîka dê bandorê li serê DAIŞê bike

December 20, 2018

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, biryara Amerîka ya vekişînda ji Sûriyê dê bandoreke nerênî li operasyona li dijî DAIŞê bike.

Fermandariya Giştî ya HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di demekê de ku ew şerekî tund li dijî DAIŞê li dawî devera wê dikin, Koşka Spî biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dide. Ew biryar dê bandoreke nerênî li ser operasyona li dijî DAIŞê bike û dê rê bide ku careke din rêxistina terorê xwe birêk bixe.

Herwiha HSDê dibêje, operasyona li dijî DAIŞê bidawî nebûye û di qonaxeke hestiyar de ye û pêwîstiya wê piştevaniyeke zêdetir ji aliyê civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî ve heye, ne ku vekişandina wê ji wê navçê.

HSDê di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje, ew biryara Amerîka dê nearamî, neewlehiyê û valahiyeke siyasî û leşkerî çê bike gelê navçê di nava penca hêzên dagîrker de bihêle.

 

Please reload