Nêçîrvan Barzanî ji bo malbata Çemçemalê xembar e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li pêgeha xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Karesata pêketina agir bi maleke Çemçemalê ku tê de sê zarokan canê xwe jidest dan û diya wan bi giranî birîndar bû, ez ji dil ve hejandim.”
Nêçîrvan Barzanî got jî: “Hevbeş û hevxemê wê malbatê me. Çi pêwîst be, hevkar dibin. Daxwaza hajîbûnê û xweparastina baştir ji welatiyan dikim.”
Zarokên duhî di bûyera agir de canê xwe jidest dane, temenê yekî yek salî ye, yê duyem jî du salî ye û yê mezin jî pênc salî ye û diya wan jî bi rêjeya ji sedî 80 gewdê wê şewitiye û jiyana wê di metirsiyê de ye.
k24