Beşîr Hedad ji Binali Yildirim daxwaz kir Tirkiye êrişên xwe rawestîne
Di çarçoveya kongreya duyem a parlementeran a bi navê Qudsê de ku niha li Stenbolê bi beşdariya serokên parlementerên welatên herêmê birêve diçe, serokê şanda parlementoya Iraqê Beşîr Hedad li gel Serokê Parlementoya Tirkiyê çend mijar gotûbêj kirin ku cihê giringîdana herdu welatan in.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokê Parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad behsa bombebarana firokeyên Tirkiyê yên bi ser Herêma Kurdistanê de kiriye û ragihandiye "divê Tirkiye siyaseta xwe ji ber çavan derbas bike û bombebaranan jî bide sekinandin, çimku piraniya kesên ku dibin qurbanî welatî û xelkê sivîl in. Divê Tirkiye serweriya axa Iraqê û Herêma Kurdistanê biparêze û êdî derbas nebe.”
Di civînê de Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Parlementoya Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kirine ku giring e peywendiyên navbera herdu welatan ber bi pêş ve biçin bi awayekî ku peywendî bihêz bin, bihêzkirina xalên dîrokî yên hevbeş û geşepêdana stratejiya hevkarî û piştgiriya mijara Filistînê, herwiha hewldanên zêdetir werin kirin ji aliyê welatên beşdar ji bo dabînkirina aştî û seqamgîriya herêmê.
Şeva pêncşemê 13-12-2018, Artêşa Tirkiyê pêgehên PKKê yên li Şingalê û kampa penaberên Bakurê Kurdistanê ya li Mexmûrê kire armanc û di êrişan de çar kesan canê xwe ji dest dan û pênc kes jî birîndar bûn.
RÛDAW