Nêçîrvan Barzanî: Emê berdewam bin li ser rizgarkirina Kurdên Êzdî yên revandî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya Kurdên Êzdî belav kir û tê de got, heta Kurdekî Êzdî revandî mabe, ewê hewlên xwe bidin ji bo rizgarkirina wan.

Di peyamekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku Cejna Êzî ya Kurdên Êzdî di demekê de tê kirin, ku mixabin hejmareke zêde ya Kurdên Êzdî li kampan dijîn û nekarîne vegerin navçeya xwe.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye, ku ew hêvîdar in Kurdên Êzdî vegerin navçeyeke aram û avedankirî û dibêje, dê Herêma Kurdistanê di vê derbarê de hewlên xwe zêdetir bike.

Serokwezîr Barzanî dibêje: “Ev cejn jî careke din di demekê de tê, ku mixabin hêj hejmareke mezin a Êzdiyan di kampên awareyiyê de dijîn û nekarîne vegerin cih û warê xwe. Ez hêvî dikim, di cejnên bê de hemû bi serbilindî vegeriyabin ser cih û warên xwe yên aram û avedankirî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe ji bo vê yekê bide.”

Di dawiya peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar dike, ew hemû Kurdên Êzdî piştrast dikin ku heya yek welatiyê Kurdên Êzdî yên hatî revandin di destê DAIŞê de mabe, dê hewlên wan berdewam bin ji bo rizgarkirin û vegerandina wan bo cem malbatên wan.

KDP İnfo