Mesûr Barzanî Cejna Rojiyê li Êzdiyan pîroz kir
Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi egera Cejna Rojiyê ya Êzdiyan peyamek belavkir û pîrozbahiyên xwe ragihandin. Diyarkir, rojên geş û ronahî lipêş Êzdiyan in.
Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Kurdistanê di account a xwe ya sosyal-medya de peyama pîrozbahiyê weşand û Cejna Rojiyê li Êzdiyan pîrozkir.
Mesrûr Barzanî dilgeşiya xwe ji sekna Êzdiyan anî ziman: “Cejna Rojiyê li Êzdiyan li Kurdistanê û tevayiya cîhanê pîroz be! Herçend Kurdên Êzdî rûbirûyî tade û komkûjiyan bûn, sekna wan cihê serbilindiyê ye”.
Mesrûr Barzanî diyarkir ku, bawer e pêşerojek ronahî û rojên geş li pêş Kurdên Êzdî ye.
Kurdên Êzdî ji derveyî Cejna Rojiyê 7 cêjnên din pîroz dikin.
K24