top of page

Platforma Zimanê Kurdî komcivînekê saz dike

Platforma Zimanê Kurdî li bajarê Amedê yê Bakurê li ser xebatên xwe yên ji roja hatî damezrandin heta niha kirine, komcivînekê saz bike.

Biryar e îro Çarşemê (12.12.2018) saet 11.00ê li navenda Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Platforma Zimanê Kurdî li ser xabetên xwe bicive.

Platforma Zimanê Kurdî, ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk tê, bi diruşmeya "Îro zimanê me sibe neteweya me” dest bi komxebatan kiribûr, daku zimanê kurdî bi pêş keve, bibe zimanê fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê.

3 komên xebatê hatin avakirin

Platforma Zimanê Kurdî li ser zimanê Kurdî 3 kom avakirin û peywirên wan hatine diyarkirin.

Koma yekemîn dê daxwazên partiyên siyasî bigirin rojeva xwe û bo fermîbûn û perwerdehiya zimanê Kurdî bibin daxwaza civakê dê di nav raya giştî de kar bike.

Koma duyemîn dê hewl bide, ku daxwazên xwe yên di derbarê zimanê Kurdî de bo hikûmet û burokrasiyê ragihîne.

Koma sêyemîn dê li ser rêkevtinên navdewletî yên ku dewleta Tirkiyê bûye alîgirên wan, kar bikin û dê mijara zimanê Kurdî veguhezîne rojeva Neteweyên Yekgirtî (NY).

Tirkî bo zarokan Kurdan zimanekî biyanî ye

Komxebata Platforma Zimanê Kurdî 13ê Mijdara 2018 li Civata Rojnamegeran a Başûrêrojhilat (GGC) di civîneke rojnamevanî de encamên komxebata xwe belav kiribûn.

Di encamnameyê hatibû daxuyakirin ku zarokên Kurdan îro bi zimanekî biyanî perwerde dibin û hat gotin: “Her çi qasî zimanê Tirkî zimanê fermî be, dîsa jî bo zarokên Kurdan Tirkî zimanekî biyanî ye. Kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Ev bi her awayî mafekî mirovî, civakî û xwezayî ye. Ji bo ku mafê zimanê Kurdî normalîze bibe, tirs û asteng li ber zimanê Kurdî rabin, divê zimanê Kurdî li tenişta zimanê Tirkî û li bajarên Kurdan bibe zimanê fermî.”

Divê Kurd di hemû peywendiyên rojane de bi Kurdî biaxivin

Platformê her di wê encamnameyê de bi awayekî tekez daxwaz kiribû ku Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanê perwerdehiyê û dabû zanîn ku ev mafê hemû Kurdan e û divê di zûtirîn demê de were cîbicîkirin.

Di encamnameyê de ji Kurdan jî hatibû daxwazakirin ku di hemû peywendiyên rojane de bi Kurdî biaxivin û herwiha di warê siyasî, bazirganî, çandî û rewşenbîrî de Kurdî were bikaranîn.

Herwiha Platforma Zimanê Kurdî bal kişand ser wê yekê ku divê şaredarî jî divê bi baldarî rê li ber geşkirina zimanê Kurdî vekin û piştgirtiya kedkarên zimanê Kurdî bikin û got: “Em Kurd divê pirsa zimanê Kurdî bi baldarî têxin rojeva civaka Kurdan.”

Platforma Zimanê Kurdî 29-10-2018an li Amedê hate avakirin.

bottom of page