Serok Barzanî: Cemal Nebez gelekî xizmeta warê rewşenbîrî û hişyariyê kiriye

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya bîrmendê Kurd Profesor Dr. Cemal Nebez peyameke sersaxiyê belav kir û tê de pesnê xizmeta Cemal Nebez di warên rewşenbîrî, hişyariya civakî û siyasî de dike.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabineyekê me nûçeya koça dawiyê ya Pro. Dr. Cemal Nebez bihîst. Pro. Dr. Cemal Nebez xizmeta mezin di warê rewşenbîrî û hişyariyê de kiriye, pencemora wî diyar e û berhemên û karên wî cihê pêzanînê ne. Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxiyên xwe arasteyî malbat û kesûkarên tevahiya ronakbîr û nivîskaran kir û daxwaz ji xwedêyê mezin kir Dr. Celal di bihuşta rengîn de şad bike û sebir û aramiyê bide her aliyekî.

KDP İnfo