Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî mûçeyê 4.458 zarokên bê bav belav kir!
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi sponseriya xêrxwazên Kurdistanê ve, qonaxeke nû ya dabeş kirina mûçeyên çavdêriya azîzan ango zarokên bê bav belav kir.
Herwaha hat ragehandin, di vê qonaxa nû de 4.458 zarokên bê bav li seranserê herêma Kurdistanê dê sûd jê wergirin û milyonek û 337 û 400 dolarê Amerîkî li hemû ofîsên Dezgayê Xêrwaziya Barzanî li bajarên Kurdistanê dabeş dike.
Herwaha bi armanca dabeş kirina wî pareyî dê 11.12.2018ê demjimêr 11:00ê de dê civîneke çapemeniyê de Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li ofîsa serekî ya dezga de li bajarê Hewlêrê dê daxuyaniya çapemeniyê bide.
Bextewer Ehmed
BasNews