Li Osloyê amadekariya dayîna xelatên Nobelê tê kirin

Osloya paytexta Norwecê xwe ji bo merasîma Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018an amade dike. Ji aliyekî ve muzîkjenên konsera aştiyê bi projeyê ve mijûl in û ji aliyê din ve jî li navenda Nobelê hemû amadekarî temam bûne ji bo pêşangeha taybet bi Nadiya Murad û Denis Mukwege. Biryar e herdu bi xwe pêşangehê vekin.

Rêvebera Pêşangehê Jessica Engist Raysh ji Rûdawê re ragihand: “Ev pêşangeha xelata aştiyê ya Nobelê ji bo Nadiya Murad û Denis Mukwege ye. Pêşangeha serkeftiyên xelata aştiyê, pêşangeheke kulturî ye. Herwiha vekirina pêşangehê dê ji aliyê herdu serkeftiyan ve were kirin. Ev beşek e ji merasîma dayîna xelata aştiyê ya Nobelê û piştî wergirtina xelatê tên vê derê û li vir vê pêşangehê ew bi xwe vedikin. Tenê çend hefteyên me hene ji bo amadekirina vê pêşangehê, çimku heta meha 10an were belavkirin, em nizanin kî xelat werdigre, piştre divê em gelek bi hûrgilî û bilez vê pêşangehê amade bikin.”

Di merasîmê de bi wêne û fîlmeke dokumenterî û tekst, dê behsa serpêhatî û êşa ku hatiye serê Nadiya Murad were kirin, dê behsa hewldanan were kirin ji bo bidawîanîna tundiya seksî weke çekek di şer û pevçûnên leşkerî de.

Her kesekî/e ku jê re xelata Nobelê tê dayîn, ji bilî dîplomek, madelyayekê werdigire ku nêzîkî 240 gram zêr e. Pereya xelatê jî 9 milyon krona Swêdî ye ku ji serkeftiyên beşan re tê dayîn. Li ser aliyekî madelyayê wêneya Alfred Nobel heye û li ser aliyê din jî navê kesê ku madelya wergirtiye tê nivîsandin. Xelata yekem di sala 1901ê de hatiye dayîn. Xelata Nobel weke xelata herî navdar a cîhanê tê dîtin.

Xelata Nobelê her sal ji aliyê lijneya pisporên Swêdî û Norwecî ve di pênc waran de tê dabeşkirin; Aştî, kîmya, fizîk, tib û wêje.

Tenê Xelata Aştiyê li bajarê Osloyê tê dayîn, xelatên din ên Nobelê li welatê Swêdê têne pêşkêşkirin

RÛDAW