top of page

Prof. Dr. Cemal Nebez koça dawî kir

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Prof. Dr. Cemal Nebez di temenê xwe yê 85 salî de li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê koça dawî kir.

Prof. Dr. Cemal Nebez yek ji damezrînerên Komeleya Azadî û Jiyana Yeksanî ya Kurd bû û ji sala 1962an ve li Ewropayê dijiya û xwediyê zêdetirî 60 pirtûk û bi sedan lêkolînên zanistî û hizrî û siyasî ye bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Almanî. Demeke dirêj li Kurdistan, Iraq û Almanyayê mamoste bûye.

Prof. Dr. Cemal Nebez rewşenbîrekî netewî bû, di salên 70yan de li gel çend hevalan Yekîtiya Netewî ya Xwendekarên Kurd li Ewropayê damezrandiye, ku bi awayekî berfireh nûçeyên Kurdistan û şoreşa Kurdistanê belav kirine li Ewropayê.

Piştî raperînê gotarên wî di heftenameya Mîdya de dihatin belavkirin, piştî wê jî çend gotarên wî di heftenameya Rûdawê de hatin belavkirin.

Prof. Dr. Cemal Nebez

Di sala 1933an de li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê jidayîk bûye. Di destpêka perwerdeya xwe de ji bilî xwendina îslamî, felsefe, derûnzanî, fizîk û matematîk jî xwendiye.

Li Zanîngeha Bexdayê fizîk û matematîk xwendiye, piştre li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Bexda û Besra ders dane.

Ji bo temamkirina perwerdeya xwe çûye Ewropayê û piştre li zanîngehên Munich û Augsburg a Almanyayê perwerdeya Îslamî, îrannasî û şêwaza dersdayînê dîtiye.

Di salên 1967 – 1970yê de li Zanîngeha Hamburg xwendiye û her di wan salan de li gel çend hevalan, Yekîtiya Netewî ya Xwendekarên Kurd damezrandiye.

Di salên 1970 – 1979an de li Zanîngeha Berlîna Azad zanistên siyasî û rojnamevanî û yasa xwendiye.

Prof. Dr. Cemal Nebez roja 11/11/2018an li bajarê Berlînê ji ber nexweşiyeke giran bo nexweşxaneyê hate veguhestin, piştî çend rojên li komayê, îro şemiyê 08/12/2018an koça dawî kir û li pey xwe wesiyetnameyek hiştiye.

RÛDAW

bottom of page