top of page

Li Bakur metirsiya li ser zimanê Kurdî: OTOASÎMÎLASYON

Li gor îstatîstîkên ne fermî asîmîlasyon ango helandina Kurdî li bajarên Bakurê Kurdistanê, nemaze li bajarê Amedê her diçe zêdetir dibe.

Li gor çavdêriya civaknasên Kurd li bajarên Bakur, Kurdên ku xwe wek Kurd pênase dikin di navbera %95 û %100 de ne, lê ev rêje di warê bikaranîn û xwendin û nivisandina Zimanê Kurdî gelek kêmtir e, civaknas dibêjin bo mînak li bajarê Amedê di jiyana rojane de Kurdî axaftin di navbera % 45- 50an de ye, lê xwendin û nivîsandina Kurdî herî zêde di navbera %5 û 10an de dimîne.

Welatiyên Amedê jî ji kêmbûna axaftina bi zimanê Kurdî gilî û gazinan dikin. Welatiyekî bi navê Mihemed Kilinç ji Rûdawê re diyar kir: “Em dixwazin ku zarokên me bi zimanê me biaxivin, lê ew her zimanê din tevlî dikin.”

Hemîd Aslan jî dibêje: "Xelkê me Kurdî ji bîr kirin û Tirki jî hîn nebûn.”

Rêjeya Kurdî axaftinê di nav nifşê nû de her kêmtir dibe.

Nivîskar Şêxmûs Sefer dibêje ku bi damezrandina Komara Tirkiyeyê zext li ser Kurd û Kurdîtiyê zêde bû, heta sala 1992an ev yek sîstematîk berdewam kir û Kurd hîn jî ji derûniya zextê rizgar nebûne û ev yek rê li ber asîmîlasyon û otoasîmilasyonê, ango helandina ji ber xwe ve vekiriye.

Serokê berê yê PENAKURD Şêxmûs Sefer diyar kir: “Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi salan bû ku li ser zimanê Kurdî qedexe hebû, kê bi Kurdî qise bikira dê bihata cezakirin, Kurdî her bar û piştî bû, niha qedexe li ser Kurdî rabû, lê Kurdan bi xwe wê qedexeyê danîn ser xwe ev yek jî rê li ber otoasîmîlasyonê vekiriye, bi kurtasî Kurd ji zimanê xwe şikestî ne.”

Kurdên ku ji çar aliyên Kurdistanê têne bajarê Amedê jî ji kêmasiya zimanê Kurdî bi gilî û gazind in.

Emîna Ehmed ku jineke ji Rojavayê Kurdistanê ye, dibêje: “Em bi herkesî re li Amedê bi Kurdî diaxivin, lê bersiva wan her ne bi Kurdî ye.”

Li gor zanayên civaknas remzê metirsiya asîmîlasyonê ango helandinê di jinan de xwe dide nîşan, ji ber ku jin herwiha dayîk in.

Nivîskar Seîd Veroj bi salan xebatên dîrok, çand û zimanê Kurdî dike. Veroj dibêje ku di encama polîtikayên asîmilasyonê de îro Kurdên Bakur ji zimanê dayîka xwe şerm dikin, ji ber ku bazara Kurdiyê her kesat e.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Şaxa Amedê Seîd Veroj ji Rûdawê re ragihand: “Kurdî heta nebe zimanê perwerdehiyê dê ev metirsiya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê zêdetir bibe, ji ber ku Kurd êdî qedir nadin zimanê xwe û ji zimanê xwe şerm dikin. Kurdên ku ji zimanê xwe şerm bikin dê bikevin bin sîwana zimanên desthilat, bi kurtasî ev encamek e.”

Rêxistina Çand Zanist û Perwerdehiya Neteweyên Yekbûyî di sala 2008an de di raportekê de amaje dike ku di cîhanê de ji 6700 zimanan 2400ê wan di bin metirsiya tunebûnê de ne û ji van zimanan 18ê wê li Tirkiyeyê ne.

RÛDAW

bottom of page