Çampiyonê Karate yê cîhanê zarokekî Kurd e
Rodî ji dibistanê nû hatiye û yekser amadekarî dike ku biçe rahênana werzişê. Ew ta nîvro dixwîne û piştî nîvro jî rahênanê dike.
Rodî neh salî ye, di pola 4an de dixwîne. Lê êdî çampiyonê Cîhanê ye. Meha borî li Portugalê di Çampiyoniya Cîhanê ya Karate-Do de wî madalya zêrîn wergirtiye û tîma wî jî bûye xwedî Kupa Cîhanê.
Çampiyonê Cîhanê, Rodî ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Eva kûpaya min e, wexta ez bûme çampiyon, dane min. Eva jî medalyay Portugalê ye, wexta bûme çampiyon, dane min, 3 medalya ne, du ji wan zêr in û yek jî bronz e. Ev jî medalyayên Qazaxistanê ne, yek ya pileya yekem, yek ya duyemiyê û yek jî ya sêyemiyê ye.”
Malbata Rodî, mîna bi dehan hezar kurdên sovyetê, penaber e. Kal bavê wan nêzî sed sal berê ji Wanê reviyane Ermenistanê, beriya 26 salan jî, ji ber şerê Qerebaxê yê di navbeyna Ermenistan û Azerbaycanê de, berê xwe dane çolên Qazaxistanê. Niha li paytext Astana dijîn.
Bêguman di rewşa penaberî û xerîbiyê de serkevtina Rodî, ku ji sê zarokan ê herî biçûk e, ji bo malbat şabûneke mezin û serbilindî bûye.
Dayika Rodî, Elmîna Mustafayeva jî dibêje: “Rodî li Portugalê bû çampiyon. Du medalyayên zêr û medalyayeke bronz bi dest xist. Em gelek kêfxweş bûn, ku kurê min gelek serbilind bû. Bavê wan (dema) cuwan bû, diçû sporta guleşê. Evana jî weke bavê xwe ji spore gelek hez dikin. Yê mezin diçe Sambo, ku weke Codo ye, yê biçûk jî diçe Karetê. Saleke ku diçe Karateyê.”
Bêguman, werziş dîsîplînê dixwaze. Rodî jî tu caran rahênana xwe îhmal nake. Lê dema ku divê xwendin û werziş bi hev re bêne meşandin, alîkariya dê û bavan jî pêwîst dike.
Bavê Rodî, Bariyê Refo bi xwe di xortaniya xwe de werzişvan bûye, lê çampiyonî ne bûye para wî. Lê va ye, kurê wî êdî 9 saliya xwe de xeyal û hêviyên bavê xwe pêk anîne.
Tîma ku Rodî lê rahênanê dike, ji zarokên ji 6 ta 11 salî pêk tê. Keç û kur bi hev re rahênanê dikin.
Rahênerê Rodî dibêje, “min zanîbû ku Rodî dê serkeftî be, lewre, ji roja pêşîn de wî her hewil dida ku li pêşiya hemûyan be.”
Sergey Volçenkov dibêje: “Di beşa Kûmîtê de anku di pêşbaziya teka tek de Rodî çar caran derket ser tatami û ciyê yekemîn girt. Perspektîvên wî yên gelek mezinin. Eger daxwaza wî her wisa bimîne, pêşeroja wî dê pir geş be. Bê gunman, emê bi hev re kar bikin. Eger derfet hebe, emê dîsa beşdarî bikin û Rodî wê bibe çampiyonê ducarî yê Cîhanê.”
Vê gavê tîma Rodî amadekariyê dike ku beşdariya çampiyoniya Cîhanê ya sala 2019-an bike. Ji bo wê yekê pêwîst e Rodî û çend kesên ji tîma wî, di hemû pêşbaziyên Qazaxistanê de serkeftî bin. Lewma jî tevaya tîmê, her roj herî kêm 3 demjimêran rahênanê dikin.
RÛDAW